Xelkê Rûbarokê li benda derketina petrolê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Li gundên Heran û Berojê yên navçeya Rûbarokê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê kar û barên lêgerîna petrolê 2 sal in didomin.
Xelkê van gundan bi hêvî ye ku di demeke nêzîk de petrol li gundên wan were dîtin da ku ev yek rê li ber bipêşketina aboriya li navçeyê veke.
Gundên Heran û Berojê yên devera Gerdiyan li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ne.
Şêniyên van gundan hêviyên xwe bi petrolê ve girêdane.
Xebatên lêgerîn û dîtina petrolê yên li van gundan ji sala 2024an ve dest pê kiriye û heta niha jî didomin.
Xelkê her du gundan li bendê ye ku di zûtirîn dem de petrol li gundên wan were derxistin da ku hilbirîn û derfetên kar ji bo wan zêdetir bibin.
"Heta niha 2 bîr vala derketine"
Muxtarê Gundê Heranê Muhsîn Sevîm îro li ser xebatên petrolê yên li her du gundan ji Rûdawê re axivî.
Muhsîn Sevîm diyar kir ku niha li gundê Heranê bîrek û li gundê Berojê jî 2 bîrên petrolê hatine lêdan.
Sevîm got, “Lê berpirsên ku li qadên petrolê dixebitin dibêjin bîreke gundê Heranê û bîreke gundê Berojê vala derketine.
Niha xebatên lêgerîn û dîtina petrolê li ser bîra din didomin.“
"Em dixwazin xelkê me li wan qadan bixebite"
Muhsîn Sevîm ragihand ku niha li her du qadên petrolê yên li navçeyê nêzîkî 70 kesî dixebitin û got:
“Hemû kesên ku li qadên petrolê dixebitin ne xelkê gundên me û navçeyê ne. Ti kesî Gerdî di nav wan de nîne û hemû biyanî ne.
Em dixwazin xelkê me bi xwe tê de bixebite lê niha ji ber ku petrol bi temamî nehatiye derxistin derfetên kar nînin.”
Muxtarê Gundê Heranê amaje pê kir ku derketina petrolê ya li gundên wan dê bibe wesîleya bipêşketina aborî û zêdebûna derfetên kar.
Muhsîn Sevîm diyar kir ku dê ev derfet bi taybetî ji bo ciwanan baş bibin û wisa axivî:
“Hêviya me Gerdiyan ew e ku ev petrol di zûtirîn dem de derkeve û hilbirînên baş bên kirin.
Bi derketina petrolê re dê xelkê me jî li wan qadan bixebite.
Her wiha rewşa rêyên me jî ne baş e û em li bendê ne piştî derketina petrolê rêyên baş ji gundên me re werin çêkirin.”