Li Zaxoyê 3 şivan xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî navçeya Batêlê ya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, sê şivan di goleke avê de xeniqîn.

Berdevkê Parastina Sivîlan a Zaxoyê Evîndar Izet li ser mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Evîndar Izetê da zanîn ku bûyer li gundê Kuliyê yê navçeya Batêlê rû daye.

Evîndar Izetê her wiha destnîşan kir ku sê kes ketine goleke avê û di encamê de xeniqîne.

Berdevkê Parastina Sivîlan derbarê nasnameya qurbaniyan de ev agahî dan:

"Li gorî agahiyên destpêkê, her sê kes jî mêr in. Pîşeya wan şivantî ye û ew bi neteweyê xwe Ereb in."

Li gorî agahiyên ku hatine dayîn, ev bûyera diltezîn nêzîkî demjimêr 16:00an pêk hatiye.

Berdevka Parastina Sivîlan a Zaxoyê li ser cihê bûyerê jî got:

"Ew kes li pişt Çiyayê Bêxêrê bûne. Li wê derê hinek golên avê hene. Ew kes ketine nav yek ji wan goman û canê xwe ji dest daye."