Dadgeha Kerkûkê fermana girtina Rêbwar Talebanî da

03-06-2018
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Dadgeha Lêkolînê Rêbwar Talebanî Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Lêkolînê ya Kerkûkê fermana desteserkirina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Talebanî da.

 

Li gorî nivîsa fermî ya Dadgeha Lêkolînê ya Kerkûkê, biryara desteserkirina Rêbwar Talebanî li gorî madeya 331 a yasyaya cezayê ya Iraqê hatiye dan.

 

Herwiha Dadgeha Lêkolînê ya Kerkûkê daxwaz ji hêzên ewlehiyê û polîs kiriye, ku biryarê cîbicî bikin.

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Talebanî weke gelek ji berpirsên Kurd ên Kerkûkê yên weke parêzgarê dûrxistî yê wê parêzgehê, Necmedîn Kerîm piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û kontrolkirina deverê ji aliyê hêzên iraqî ve, bi neçarî Kerkûk bi cih hişt û li Hewlêrê bi cih bû.

 

Rêbwar Talebanî serokatiya du civînên giring û dîrokî yên Encûmena Parêzeha Kerkûkê kir, ku ew jî civînên biryardan li ser beşdariya Kerkûkê di referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê û herwiha bilindkirina Ala Kurdistanê li ser tevahiya saziyên hikûmetê yên li Kerkûkê bûn.

 

Piştî biryara Encûmena Parêzeha Kerkûkê, xelkê Kerkûkê beşdarî di referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de kirin û bi piraniya dengan piştgirî dan serxwebûna Kurdistanê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst