Li Sêwasê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ulaşê ya Sêwasê li Bakurê Kurdistanê bi mezinahiya 4,1 pile erdhej çêbû.

Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) navend navçeya Ulaşê ya Sêwasê bi mezinahiya 4,1 pile erdhej çêbû.

Erdhej 7 kîlomêtro di bin erdê de çêbû.

Qaymeqamê Ulaşê Selçuk Baş ragihand ku heta niha tu agahiyên neyinî negihaştin wan.

Baş herwiha got ku ekîb di amadebaşiyê de ne û li navçeyê lêkolîn berdewam dikin.