AMED - Termê kesê ku winda bûbû di kanala avdaniyê de hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê termê Yusuf Bîlginê ku doh winda bûbû di kanala avdaniyê de hat dîtin.
Li Farqînê Yusuf Bîlgînê 49 salî doh ji bo çêrandina ajelên xwe derketibû çolê lê malbata wî ragihandibû ku weida bûye.
Li ser vê yekê tîmên rizgarkirinê yên binavger û tîma AFADê dest bi kar û xebatên lêgerînê kiribû.
Ji ber egera ketina nav kanalê, ava kanalê hate birîn û kar û xebatên di nav kanalê de hatibûn zêdekirin.
Termê Yusuf Bîlgîn îro di kanala avê de hat dîtin.
Tîmên teduristiyê termê Bîlgîn ji bo otopsiyê bir Saziya Pizîşkî ya Edlî ya Amedê.