Pirsgirêkên demografiyê: Nifûs pîr dibe, zarok kêm dibin
Hejmara çêkirina zarokan li Tirkiyeyê kêm dibe
Riha (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara çêkirina zarokan kêmtir dibe. Li bajarên Tirkiyeyê nifûs her diçe pîr dibe.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê jî hejmara çêkirina zarokan kêm bûye lê dema em bi bajarên Tirkan re berawirdiyê bikin li Bakurê Kurdistanê anîna zarokan hê jî zêde ye.
Tenê li Rihayê di salekî de 60 hezar zarok hatine dinyayê û Riha bûye bajarê yekemîn. Piştî Rihayê Şirnex û Mêrdîn bûn bajarên ku herî zêde zarokan çêdikin.
Li Tirkiyeyê kêmananîna zarokan bûye mijareke sereke. Li bajarên Tirkiyeyê rêjeya anîna zarokan her diçe kêmtir dibe û nifûsa Tirkiyeyê pîr dibe.
Li gorî Saziya Amaran a Tirkiyeyê TUÎKê, di 2024an de bajarê Rihayê bû bajarê sereke ku herî zêde zarokan tîne.
Riha bi rêjeya 3,28 di rêza yekemîn de ye, Şirnex bi rêjeya 2,62 di rêza duyemîn de ye û Mêrdîn jî bi rêjeya 2,32 di rêza sêyemîn de cih girt. Heta niha ti bajarekî negihiştiye hejmara Rihayê.
Li gorî amaran par li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li 81 bajaran 937 hezar û 559 zarok ji dayik bûne.
Tenê li bajarê Rihayê ev hejmar 60 hezar e. Baş e Rihayî çima evqas zarokan tînin?
"Em 5 keç û kurek in"
Şirîn Şeyho, xelka Rihayê ye wê li ser anîna zarokan wiha got: "Em şeş in. 5 keç û kurikek. Dema ku pir keçik çêdibin, kurik çênabin île dixwazin kurik çêbin. Yê me werga bû.
Keçik pir çêbûn çêbûn, çêbûn, kurik xwestin. Nebû. Paşê heta ku kurik bibe dewam kirin. Paşê kurik bû."
Sîbel Demîrelê her wiha got; "Ê min çar in. Dêya min 11 anîne. Em 5 xwîşk û 6 bira ne. Niha dem û dewran guheriye. Niha debar zehmet e. Niha kêmtir bûye. Lê dîsa li gorî derva dîsa yê me zarokên xwe zêde ne. Yê min bi xwe 4 in. Ez dibêjim kêm in."
Yunus Kirmizi jî li ser sedemên vê yekê got, "Ji bo lihevxistinê, ji bo dewan çêdikin. Dibêjin bila pişta min hebe. Tim werga difikirin. Wanî ye. Yên Ereban ji bo şixulan zarokan çêdikin ê me kurmancan jî dibêjin bila peyayê me tim hebe."
“Zewaca zû rêjeya zarokan zêde dike”
Civaknas Prof. Dr. Sedat Benek li ser hejmara kêmanîna zarokan wiha got:"Aborî û perwerdehî dema kêm dibe zarok zêde dibin.
Zewaca zû, zewaca pêşwêxt jî zarokan zêde dike. Mesela yên ku zanîngehê dixwînin di 23-24-25 saliya xwe de zanîngehê xilas dikin lê yên ku naxwînin di 15,16 û 17 saliya xwe de dizewicin.
Ji ber ku zû dizewicin, zarokên wan zû çêdibin. Ev jî hejmarê zêde dike."
Benek amaje bi girêdana vê mijarê bi şerê herêmê jî kir û got: "Çiqas şer, pevçûnek, problemek çêdibe lawikan dixwazin. Ji ber vê yekê dixwazin île lawikan çêkin. Yanî dîsa ev jî girêdayî perwerdehî û aboriyê ye."
Alîkariya çêkirina zarokan
Bi biryara Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku dê û bav zêde zarokan çêkin ji bo zarokê yekemîn dê ji bo carekê 5 hezar TL alîkarî bê dayîn. Ji bo zarokê duyemîn dê her meh hezar û 500 lîre û ji bo zarokê sêyemîn jî dê her meh 5 hezar lîre pere weke alîkarî bê dayîn.