Enqere (Rûdaw) - 24 sal beriya nîha roja 2yê tîrmehê li bajarê Sêwaza Bakurê Kurdistanê 33 rewşenbîr, hozan û nivîskarên kurdên elewî di oteleke bi navê Madimak de bi saxî hatine şewitindan.
Bûyerên Madimakê hê jî nehatine ronîkirin û weke her sal îsal jî elewî bi daxwaza edalet û wekheviyê daketin kolanan.
Di 24emîn salyada qetlîama elewiyan a Otela Madimaka sêwaza Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya gellek komele û rêxistinên elewiyan çalakiyên curbicur bo bîranînê hatine lidarxistin.
Li Enqera paytexta Tirkiyê jî elewiyan bi helkefta salyada madimakê careke din daxwaza edalet û wekheviyê kirin.
Berpirsê Komeleya Elewiyên Demokrat Murat Aytemur ji Rûdawê re wiha got: “24 sal e tekoşîna me berdewam e. Li Sêwazê ne tenê hevalên me hemû hêvî û ronahiya welatê me hate şewitandin. Ji ber wê agir di dilê herkesê de ye. Heta ku kujer û berpirs têne eşkerekirin em dev ji tekoşîna xwe bernadin.”
2ê meha tîrmeha sala 1993ê beşek hozan, rewşenbîr û nivîskarên elewî ji bo beşdariya festivala mirdahasilê elewiyan Pîr Sultan Abdal seredana bajarê Sêwazê kiribûn lê piştî demeke otela wan ji aliyê hinek kesên tundrew ve hatibû şewitandin û 33 kesayetên elewî canê xwe ji dest dabûn.
Endamê Komeleya Pîr Sultan Abdal Huseyin Gumuş jî got: “24 sal derbas bûn hê jî kujer ne hatine girtin , qatîl niha li parlementoyê kar dikin. Ma em dê çi bêjin, li ber çavê asayîşê her tişt çêbû, li ber derê navenda asayîşê her tişt qewimî kes peyda nekirin.”
Daxwazên sereke yên elewiyan ew in ku ew dixwazin Otela Madimakê bibe muzexane û berpirsên buyerê jî bi adilane werin darizandin.
Welatiyê bi navê Mahir Koken jî got: “Di rewşeke wiha de daxwaza herî rewa ew e ku ew der bibe mûzexane, heta niha eybeke mezin hatiye kirin lê desthilat eyba xwe berdewam dike. ez hêvî dikim ku demeke nêzîk de ev şerm ji holê were rakirin.”
Ji bo bîranîna qetlîama Madimakê di serî de li Sêwazê li gellek bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse