Wan - Otomobîl û kamyonet li hev qelibîn: 6 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tuşbayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê otomobîl û kamyonetek li hev qelibîn, 6 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Wan û navçeya Erdîşê otomobîlek û kamyonetek li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristî û rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Li gorî zanyariyan 6 kesên ku di otomobîlê de asê mabûne û ji aliyê tîmên rizgarkirinê ve hatine derxistin.

Piştî midexaleya destpêkê tîmên tenduristiyê her 6 kesên birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.

Herwiha hat ragihandin, rewşa 4 birîndaran di metirsiyê de ye.