Sererkanê Îranê: Armanca dijminan ne mijara atomê bû
Hewlêr (Rûdaw) - Sererkanê Artêşa Îranê dibêje ku ev bi salan e Îsraîlê û alîgirên wê hemû hêza xwe ji bo lêdana li Komara Îslamî kom kiriye.
Sererkanê Artêşa Îranê Ebdulrehîm Mûsewî ragihand, "Armanca dijmin ne mijara atomê lê gihandina zererê bi Komara Îslamî ya Îranê û perçekirina welatê me bû."
Ebdulrehîm Mûsewî diyar kir ku ew di wî şerî de ew li hemberî Îsraîlê "bi ser ketin" û got:
"Serketina li hemberî Îsraîlê bi rêbertiya Rêberê Bilind, berxwedana gel û hêza hêzên çekdar pêk hat."
Sererkanê Artêşa Îranê hişyarî da Îsraîlê û got, "Eger em derbasî qonaxeke nû bibin û şer berdewam bike dê Îsraîl bibe şahidê şiyanên nû yên Îranê ku heta niha nehatine bikaranîn.
Eger ew çi êrişekê bikin, dê bersiva me ji cara borî bihêztir û wêrankertir be."
Di 13ê Hezîranê de şerê Îran û Îsraîlê dest pê kir.
Amerîkayê jî 22yê heman mehê bi balafirên şer û mûşekan êrişî tesîsên atomê yên Fordo, Netenz û Îsfehanê kir.
Pişt re Serokê Amerîkayê Donald Trump di 24ê Hezîranê de agirbesta di navbera Tehran û Tel Evîvê de ragihand.