Tirkmenan rêya Hewlêr û Kerkûkê girt: Sedem çi ye?
Hewlêr (Rûdaw) – Alîgirên Eniya Tirkmenan li nahiyeya Pirdê ya Kerkûkê xwenîşandan kir û rêya sereke Hewlêr û Kerkûkê hat girtin.
Niha rê hatiye vekkirin û ji bo daxwazên Tirkmenan lijneyek hat pêkanîn.
Alîgirên Eniya Tirkmenan li Pirdê daketin kolanan û di navbera xwenîşanderan û hêzên ewlehiyê de alozî derket.
Tirkmenên Pirdê zêdetirî saetekê rêya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê girtin.
Piştre hêzên ewlehiyê rê vekir û ji bo şopandina daxwazên Tirkmenan lijneyek hat avakirin.
Li ser postên îdarî yên nahiyeya Pirdê pirsgirêk heye û heta niha nehatine çareserkirin.
Birêveberê nahiyeyê got, ji tevahiya 17 postan, 12 post di destê Tirkmenan de ne.
Tirkmen daxwaza posta rêveberiya nahiyeyê dikin lê Rêveberiya Kerkûkê îro ew daxwaz red kir û di encamê de di navbera xwenîşanderan û hêzên ewlehiyê de aloziyeke mezin derket.
Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ebdulah Mîrweys, îro di bernameya “Roja Hîwa Cemal” de derbarê xwenîşandanên Tirkmenan de got, “Di demekê de ku hilbijartin nêzîk in, hinek siyasetmedar destê xwe dixin nav van karan.”
Ebdulah Mîrweys her wiha got, “Kurd, Ereb Tirkmen, wekî netewe ti pirsgirêka wan nîne lê partiyên siyasî hin caran ji bo berjewendiyên xwe van babetan gur dikin.”
Divê were gotin ku ev ne cara yekem e Tirkmenên Pirdê xwenîşandanê dikin.
Roja 30ê Hezîranê jî, beşek ji alîgirên Eniya Tirkmenan li dijî danîna rêveberekî Kurd ji bo Şaredariya Pirdê xwepêşandan kiribûn û bi vêxistina agir li ser rêya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê pêxistibûn.