Serokê MÎTê piştî Hewlêrê çû Colemêrgê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin çû Colemêrgê û navçeyên Çelê Geverê yên parêzgehê ziyaret kir.
Li gorî zanyariyan, Îbrahîm Kalin di çarçoveya serdana xwe de li gel Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk, Fermandarê Artêşa Duyemîn Orgeneral Levent Ergun û rayedarên din ên serbazî û îdarî yên parêzgehê civiya.
Di civînan de bi hûrgilî behsa tedbîrên ewlehiyê yên li ser sînorên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê hat kirin.
Hate ragihandin ku rewşa dawî ya herêmê û bargehên serbazî yên li herêmê jî hatine nirxandin.
Ev serdana Îbrahîm Kalin a ji bo Colemêrgê tenê du roj piştî serdana wî ya ji bo Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê pêk hat.
Serokê MÎTê roja sêşemê 1ê Tîrmeha 2025an li Hewlêrê li gel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî û rayedarên din ên payebilind civiyabû.
Yek ji mijarên sereke yên wan hevdîtinan "pêvajoya çareseriyê û nexşerêya çekdanîna PKKyê" bû.