DÎLOK - Bavekî keça xwe ya ku dixwest xwe bikuje şewitand
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dîlokê bavekî keça xwe ya ku dixwest xwe bikuje şewitand.
Li taxa Gazîkentê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê bavekî ku li hemberî hewldana xwekuştina keça xwe ya 20 salî hêrs bû, got “xwekuştin wiha nabe” û benzîn bi ser wê û endamên din ên malbatê de rijand û agir berda wan.
Di encama bûyerê de 2 jê giran 4 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, keça 20 salî ya bi navê Y.G.yê ji ber sedemeke nediyar, bi hinek benzîn gefa xwekuştinê li malbata xwe xwar.
Li ser vê yekê, bavê wê C.G.yê 52 salî, bi keça xwe re ket nava nîqaşê.
Piştî ku nîqaş mezin bû, bav bi hêrseke mezin got, “xwekuştin wiha nabe” û benzîna di destê keça xwe de jê stand û bi ser wê de rijand.
Dema ku dayik û xwîşka wê ya din xwest bikevin navberê, benzîn bi ser wan de jî rijiya.
Di wê kêliyê de bav hesteyê xwe pêxist û her çar endamên malbatê di nava pêtên agir de man.
Di bûyerê de 2 ji wan giran 4 endamên malbatê birîndar bûn.
Cîranên ku dengê hawarê bihîst, demildest agahî dan tîmên tenduristiyê û agirvemirandinê.
Li ser agahdarkirinê tîm çûn cihê bûyerê û wan agir vemirand.
Tîman birîndar birin nexweşxaneyeke bajêr.
Hat ragihandin metirsî li ser jiyana 2 birîndaran heye.
Derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û bavê bi navê C.G. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.