DEM Partiyê şandibû dîsîplînê: Jiyan Ormanliyê daxuyanî da

03-07-2025
RÛDAW
Nîşan Silopya Jiyan Ormanli DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  DEM Partiyê ragihandibû ku wan Hevseroka Şaredariya navçeya Silopiyayê ya parêzgeha Şirnexê Jiyan Ormanli bi daxwaza “avêtina teqez a ji partiyê” şandiye desteya dîsîplînê.

Hevseroka Şaredariya Silopiyayê Jiyan Ormanliyê li ser hesabê xwe yê Instagramê derbarê biryara doh a DEM Partiyê daxuyeniyek belav kir.

Jiyan Ormanliyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew li ser karê xwe ye û got:

“Li ser daxuyaniya ku partiya ez endamê wê me ya li ser hesabê medyaya civakî ya derbarê min; ez dixwazim diyar bikim ku ez li ser karê xwe me, ez dê layiqî wê baweriya gelê Silopyayê bim û piştre ez dê agahiyên berfireh bidim gelê me. Bi rêz.”

Desteya Birêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku wan Hevseroka Şaredariya navçeya Silopiyayê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê Jiyan Ormanli bi daxwaza “avêtina teqez a ji partiyê” şandiye desteya dîsîplînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst