Li Semsûrê qeza, 4 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêsniyê ya Semsûra Bakurê Kurdistanê di qezaya otomobîlekê û wesayiteke ticarî de 4 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, wesayita ticarî ya bi plakaya 02 DF 836 a ku M.K. diajot li Çarxerêya Merînosê li otomobîla bi plakaya 02 AFJ 233 xist ku C.K. diajot.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Di qezayê de 4 kesên di her du wesayitan de birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêsniyê.