Nasnameyên 3 gerîlayan hatin eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 3 gerîlayên ku li Zapê canê xwe ji dest daye eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê diyar kir ku gerîlayên bi nasnavên Bahoz Şîlan, Cuma Goyî û Şiyar Kurdistan 12ê Kanûna Paşîn a 2025an li rojavayê Zapê di bombebaranekê de canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Parastina Gel (HPG), agahiyên li ser nasnameya her sê gerîlayan wiha ne:
Bahoz Şîlan: Navê wî yê fermî Musa Kaya ye û ew ji Êliha Bakurê Kurdistanê ye. Navê dêya wî Emîne, navê bavê wî jî Mehmet Alî ye.
Cuma Goyî: Navê wî yê fermî Mehmet Urek e û ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye. Navê dêya wî Sarya, navê bavê wî Sadik e.
Şiyar Kurdistan: Navê wî yê fermî Ahet Quwe ye û ew ji Mehabada Rojhilatê Kurdistanê ye. Navê dêya wî Kurdistan, navê bavê wî Osman e.
Bahoz Şîlan û Cuma Goyî 2015an û Şiyar Kurdistan jî 2017an tevî refên gerîlayan bûye.