Nêçîrvan Barzanî û El-Hesen bal kişand ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Kar û Barên Îraqê (UNAMI) Dr. Mihemed El-Hesen re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku her du aliyan bal kişandiye li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Li gorî daxuyaniya Serokatiyê, di hevdîtinê de rewşa siyasî û giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, hevkarî û hevahengiya di navbera UNAMI û aliyên pêwendîdar de hatine nirxandin.

Her wiha herdu aliyan derbarê pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û bandorên wan ên li ser herêmê nêrînên xwe anîne zimên.

Nêçîrvan Barzanî ji bo “rola berbiçav” û hevkariyên UNAMI û Neteweyên Yekbûyî yên Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya wan kir û amadehiya Herêma Kurdistanê nîşan da ku heta bidawîbûna erkê wan hemû hêsankarî û piştevaniya pêwîst pêşkêş bike.

Dr. Mihemed El-Hesen jî pesnê hevkariya aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê da û bal kişand ser girîngiya parastina Îraqê ji pirsgirêkên li herêmê.

Her du alî hevnêrîn bûn ku çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û gihîştina lihevkirinekê pêwîst e çimkî li gorî wan ev yek di berjewendiya tevahiya Îraqê de ye