Rewşa dawî li Til Eren û Til Hasil

03-08-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Li Til Eren û Til Hasilê n bajarê Helebê yê Sûriyê, êriş û tirsandin û girtina xelkê sivîl bi taybet kurdan ji aliyê komên îslamî yên radîkal û hêzên artêşa azad ve didome.

Gelek kes ji mal û warên xwe reviyane û berê xwe dane çol û beyaran û Til Eren û Til Hasil heta niha jî di bin dorpêça çekdarên opozîsyona Sûriyê de ne.

Li devera Mombicê jî artêşa azad û komên îslamî gefa êrişa li dijî mal û saziyên kurdan dixwen û dibêjin, divê saziyên kurdan bên girtin û dibêjin eger neyên girtin dê biteqînin û mîna Girê Spî li wan bikin…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst