Li Dêrsîmê cebilxane teqiya: 1 mirî, 3 birîndar

 

Dêrsîm (Rûdaw) - Li mezra 'Bîlgîlî' ya gundê Rojnîk a ser bi Dêrsîmê di teqînê de endamek PKKê jiyana xwe ji dest da, 3 PKKyî jî birîndar bûn.

 

Duh (2ê Tebaxê) li gundê Roşnîkê ya ser bi Dêrsîmê di encama teqînê de endamek PKKê jiyana xwe ji dest da yek jê giran 3 PKKyî jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên gihêştine ber destê Rûdaw, bûyer di encama teqîna cebilxaneya PKKyiyan de pêk hatiye.

 

Ambûlansên ku çûn cihê bûyerê ji aliyê PKKyiyan ve hat desteserkirin û karmendên tenduristiyê birîndar derman kirin. Piştre endamên PKKê hevalên xwe yên birîndar ji cihê bûyerê birin.

 

Derheqê termê gerîlayê jiyana xwe ji dest daye de ti agahî nehat bidestxistin.