Agir bi cebilxane û embarên DAIŞê xistin
Hewlêr (Rûdaw)- Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li kaşên Badoşê ên rojavayê bajarê Mûsilê li hejmarek embar û cebilxaneyên DAIŞê dan û agir bi wan xistin.
Berpirsê Ragihandina Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî Eqîd Dilşad Mewlûd ji Rûdawê re ragihand: Saet 16:00 balafiran li kaşên Badoşê çenda caran li ser hev bi giranî li çend embarên çek û cebilxaneyên çekdarên DAIŞê dan û ew cih bi temamî wêran kirin.”
Li gorî zanyariyên Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî û gihîştine destê Rûdawê, di encama wan bombebaranan gellek ziyanên canî û madî yên DAIŞê derketine, bi taybetî wêrankirina embarên çekan û cebilxaneyên DAIŞê.
Eqîd Dilşad Mewlûd wiha got: “Armanca bobebarana cebilxaneyên DAIŞê, ew bû ku çekdarên DAIŞê ji aliyê çek û teqemeniyan ve lawaz bikin.”
Kaşên Badoşê dikevin eniya sînirê eniya rojavayê Dîcle li rojavayê bajarê Mûsilê. Ev çend meh in ku rojane balafir û pêşmergeyên Zêrevanî li DAIŞê didin û tevgera wan qût dikin.