Kamyonekê otomobîleke KIA pelixand: 3 kes mirin

Silêmanî (Rûdaw) – Li ser rêya Silêmanî-Kelar bûyereke trafîkê çêbû û di encamê de 3 welatiyan canê xwe ji dest dan.

 

îro çarşemî 3ê Tebaxê li ser rêya navbera Silêmanî-Kelar du otomobîl bi hev ketin. Li gorî zanyaryan, di vê bûyera trafîkê de kamyonek û otomobîleka KIA Cerato bi hev ketin û di encamê de 3 kes mirin.

 

Her 3 kesên ku mirine, welatiyên navçeya Kelarê ne û pîşeya wan mamostatî bûye.

 

Rêvebirê Hatinûçûna Derbendîxanê neqîb Rêjen Burhan ji Rûdawê re ragihand: “3 kes ji ber bûyereke hatinûçûnê li nêzîkî gundê Qetre yê ser bi navçeya Derbendîxanê ve jiyana xwe ji dest dane ku pîşeya wan mamostatî ye.”

 

Rêjen Burhan derarê sedema bûyerê de jî got: “Sedema bûyerê pabendnebûna ajovanê kamyonê bûye û ji ber wê yekê jî ev bûyera dilhejîn çêbûye.”