Serok Barzanî: Rêkeftina Şingalê baştirîn çareserî ye ji bo bidawîkirina êş û azarên xelkê Şingalê

03-08-2023
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Kurdên Êzidî Serok Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera komkujiya Şingalê peyamek belav kir û tê de ragihand, “Rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan, baştirîn çareserî ye ji bo bidawîkirina êş û azarên xelkê Şingalê.”

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de got, “Piştî ku 9 sal di ser karesata Şingalê re çûn jî mixabin birînên Şingalê nehatine dermankirin, êş û azar û koçberbûna xwişk û birayên Êzidî her berdewam e.”

“Çima rê li ber cîbicîkirina rêkeftinê tê girtin?”

Serok Barzanî bal kişande ser cîbicînekirina rêkeftina Şingalê û got:

“Rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan, baştirîn çareserî ye ji bo bidawîkirina êş û azarên xelkê Şingalê.

Cihê pirsê ye ku çima Hikûmeta Iraqê nekariye rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê cîbicî bike û heta kengî dê hikûmeta Iraqê rê bide wan hêz û aliyan ku rê li cîbicîkirina rêkevtina Şingalê bigirin?”

“Komkujiyê bi awayê fermî nas bikin”

Serok Barzanî tekez kir divê komkujiyên li hemberî Kurdan bi awayê fermî werine naskirin û got:

“Di vê bîranînê de, gelê Kurdistanê çaverê ye civaka navdewletî û welatên din jî wekî Almanya û Brîtanyayê komkujiya Kurdên Êzidî bi awayê fermî nas bikin.

Herweha divê kîmyabaran, Enfal û hemû tawanên din ên ku li hemberî gelê Kurd hatine kirin jî bi awayê fermî wekî komkujî nas bikin.”

Serok Barzanî, di dawiya peyama xwe de jî wiha ragihand:

“Di nehemîn salvegera karesata Şingalê de, em silavê li giyanê şehîd û qurbaniyên vê tawanê dikin û rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bilind dinirxînin ku wan dîrok û qehremanî tomar kirine, xwîna xwe ji bo azadkirina Çiyayê Şingalê û Şingalê bexşîne û tola wan ji terorîstên DAIŞê re nehişitiye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst