Li Amedê pevçûna bi çekê
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê ya parêzgeha Ameda Bakurê Kurdistanê, di pevçûna du kesan de yek bi çekê hat birîndarkirin.
Li Taxa Muradiyeyê ya navçeya Rezanê îro di navbera M.B. û M.K. de ji ber pirsgirêka deynan pevçûn derket.
Di pevçûnê de M.B. bi demançeyê gule li M.K. reşandin û ew birîndar kir.
M.B. piştre ji cihê bûyerê reviya.
LI ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê M.K. veguhat Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubiyê.
Hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina M.B. dest bi xebatê kir.