Kîjan welat û saziyan Komkujiya Kurdên Êzidî nas kiriye?
Hewlêr (Rûdaw) – Berî 11 salan Kurdên Êzidî li bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve bûn şahidê tawaneke mezin a wekî komkujiyê.
Hejmareke zêde ya rêxistinên navneteweyî, hikûmet û parlamentoyên welatên cîhanê tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî wekî komkujî nas kiriye û şermezar kiriye.
Komkujî ji aliyê hejmarek saziyên Neteweyên Yekbûyî ve jî hatiye naskirin.
Lîsteya wan welat û saziyên ku Komkujiya Kurdên Êzidî nas kiriye:
Neteweyên Yekbûyî û Saziyên Navneteweyî
1) Ofîsa Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan 19ê Adara 2015an di raporeke xwe de tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî wekî komkujî bi nav kir.
2) Tîma Neteweyên Yekbûyî ya Lêkolîna Tawanên DAIŞê (UNITAD) 10ê Gulana 2021ê gihişt wê encamê ku kiryarên DAIŞê wekî komkujî werin hesibandin.
3) Konseya Ewropayê ku rêxistineke navneteweyî ya taybet bi parastina mafên mirovan, demokrasiyê û serweriya yasayê ye û 46 endamên wê hene 27ê Kanûna Paşîn a 2016an Komkujiya Kurdên Êzidî nas kir.
4) Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê 4ê Sibata 2016an bi piraniya dengan pêşnûmeyek qebûl kir û tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî, Xiristiyanan û hemû kesên din wekî komkujî nas kir.
Welat
Amerîka: Civata Nûneran a Amerîkayê 14ê Adara 2016an bi piraniya dengan tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî, Xiristiyanan, Şîeyan û pêkhateyên din wekî komkujî nas kir.
Brîtanya: Civata Nûneran a Brîtanyayê 20ê Nîsana 2016an komkujî nas kir lê hikûmetê ev yek red kir. Hikûmeta Brîtanyayê di dawiyê de 1ê Tebaxa 2023yan bi awayekî fermî tawanên DAIŞê wekî komkujî nas kir.
Skotland: Parlamentoya Skotlandê 23ê Adara 2017an komkujî nas kir.
Kanada: Civata Nûneran a Kanadayê 25ê Cotmeha 2016an bi piraniya dengan komkujî nas kir û biryar da ku di nava 120 rojan de mafê penaberiyê bide jin û keçên Êzidî.
Fransa: Civata Pîran a Fransayê 6ê Kanûna Pêşîn a 2016an bi piraniya dengan komkujî nas kir.
Ermenistan: Parlamentoya Ermenistanê 16ê Kanûna Paşîn a 2018an Komkujiya Kurdên Êzidî nas kir.
Îraq: Parlamentoya Îraqê 1ê Adara 2021ê Yasaya Rizgarbûyên Êzidî qebûl kir ku tê de tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî, Tirkmen, Xiristiyan û Şebekan wekî komkujî û tawanên li dijî mirovahiyê bi nav kir.
Belçîka: Parlamentoya Belçîkayê 17ê Tîrmeha 2021ê bi piraniya dengan Komkujiya Kurdên Êzidî nas kir.
Holenda: Civata Nûneran a Holendayê 6ê Tîrmeha 2021ê bi piraniya dengan komkujî nas kir.
Almanya: Parlamentoya Federal a Almanyayê 19ê Kanûna Paşîn a 2023yan bi piraniya dengan Komkujiya Kurdên Êzidî nas kir.
Swîsre: Parlamentoya Swîsreyê Kanûna Pêşîn a 2024an bi piraniya dengan tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî wekî komkujî nas kir.
Di êrişa DAIŞê ya 3yê Tebaxa 2014an de, bi hezaran Kurdên Êzidî hatin kuştin û revandin.
Zêdetirî 325 hezar kes koçber bûn û piraniya wan li Herêma Kurdistanê bi cih bûn, zêdetirî 100 hezar kes jî koçberî derveyî welêt bûn.