PSK: Şingal birîneke vekirî ye hîn nehatiye dermankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) got, "Hin aliyên siyasî jî bi berdewamî vê rewşa xirab a xwîşk û birayên me yên Êzîdî ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî û komî bi kar tînin."

Îro di ser komkujiya Kurdên Êzidî re 11 sal derbas dibin ku li Şingalê bi destê DAIŞê zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin kuştin.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin.

Bi hezaran jin û zarok hatin dîl girtin û revandin û bi sed hezaran kes jî koçber bûn.

Her wiha ji ber şer, ji sedî 80yê bajar û gundên Şingalê wêran bûn.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi minasebeta 11emîn salvegera Komkujiya Şingalê peyamek belav kir û got:

"Şingal birîneke vekirî ye hîn nehatiye dermankirin

Hemî şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin.

Dema rêxistina terorîst a DAIŞê di 3yê Tebaxa 2014an de berê xwe da Şingalê û êrişî herêmê kir, li Şingalê komkûjî û hovîtiyek mezin û nedîtî anî serê Kurdên Êzîdî.

Bi sedhezaran xelk koçber û perîşan bû û xwe li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê girt.

DAIŞa hov derdora tevayê Çiyayê Şingalê dorpêç kiribû. Hefteyekê zêdetir bi dehhezaran Êzîdî li serê Çiyayê Şingalê mane asê û bê çare bûn.

Di wê kela kela havînê de xelk jar û perîşan bûbû, ji ber nebûna nan û avê bi sedan, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da.

DAIŞê har û hovîtiyek xedar li ser civaka Êzîdî meşand. Bi hezaran kuştin û serjêkirin û zêdeyî 7.000 jî dîl ketin destên wan.

Keç û jin wekî kole li sûkan firotin dewlemendên Ereb û êş û azareke nedîtî anîn serê wan.

Heta vê gavê zêdeyî 3,500 ji wan keç û jinên revandî bi rêya nivîsgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê, ji aliyê çalakvan û saziyên Civaka Êzîdî yên xwebexş û gelek rêyên din hatin erizgar kirin, lê li gel ku ji zû de hêza DAIŞê hatiye şikandin û Pêşmerge li Başûrê Kurdistanê û şervanên Kurd jî li Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya hêzên hevpeyman yên navdewneteweyî derbeyên mezin jî li wan dane, mixabin heta vê gavê jî hê zêdeyî 3,000 keç û jinên Êzîdî hunda ne û çarenûsa wan ne diyar e.

Ji bilî vê yekê, heta niha, piştî fermanê 11sal in bi sedhezaran Êzîdî di welatê xwe de, di kampên penaberan de, di bin şert û mercên dijwar de jiyana xwe didomînin.

Eve bû çend sal ku Kurdên Êzîdî rastî vê ferman û komkujiya mezin hatine.

Heta îro jî mixabin hê pirsgirêkên wan nehatine çareserkirin û birînên wan nehatine dermankirin.

Şingal heta vê gavê jî nehatiye nûjenkirin, alîkariya xelkê nayê kirin û Şingal jî her di bin kontrola milîsên Îranê yên wekî Heşdî Şabiyê de berdewam dinale.

Hikûmeta Bexdayê di sala 2020î de li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêkeftina Şingalê îmze kiribû.

Îraq heta niha bi tu erkên xwe ve ranebûye, tu pêngavên erênî ji bo çareseriyek bingehîn û mayînde ji bo nûjenkirina Şingalê, xizmetguzariyan û vegera koçberan, rewşa asayî û ewlehiyê neavêtiye.

Bi ser de jî her di nava hewldanan de ye ku alîkariyê ji ser kampên koçberan ên li Kurdistanê qut bike û bi vî şêweyî koçberan mecbûrî vegerê bike. 

Li gel van hemû pirsgirêkan, em her wiha bala xwe didinê ku hin aliyên siyasî jî bi berdewamî vê rewşa xirab a xwîşk û birayên me yên Êzîdî ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî û komî bi kar tînin û astengên mezin diafirînin.

Ev helwesta han xizmeta berjewendî û çareseriya birîn û pirsgirekên Kurdên Êzîdî nake û em vê yekê jî rast nabînin û şermezar dikin.

Em di 11emîn salvegera ferman û komkujiya Şingalê de, hemû şehîdan bi rêz û hurmet bi bîr tînin û nefretê li kiryarên DAIŞê yên hovane dibarînin.

Bi vê boneyê em careke din bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên welatparêzên Başur dikin ku bi hevra ji bona bicihkirina peymana Şingalê û baştirkirina rewşên panaberên Êzidî zext li hikûmeta Baxdayê bikin.

Em bangî rêxistinên Kurd ên diyasporayê dikin ku bi hev re ji bo nasandina karesta Şingalê wekî “komkujî” kar û xebatê bikin."