Riha - Mînîbusa rêwiyan wergeriya: 6 birîndar

03-08-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewagê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusek wergeriya û 6 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, îro li nêzîkî gundê Kosarê mînîbuseke rêwiyan ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de 6 rêwiyên di minûbûsê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên Rihayê.

Rêya ku ji ber bûyerê ji bo demekê hatibû girtin, piştî xebatên tîman cardin ji çûn û hatinê re hat vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst