AMED - Dema ku li rawestgehê bû di êrişê de hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Farqînê ya Amedê Îsmaîl Cesûrê 55 salî dema li rawestgehê disekinî di êrişeke bi çekê de hat kuştin.

Bûyer doh êvarê li Kolana Îsmaîl Beşîkçî ya Taxa Selahattînê ya navçeya Farqînê qewimî.

Li gorî îdiayê, Îsmaîl Cesûr dema li rawestgehê disekinî, ji aliyê kes an jî kesên nenas ve rastî êrişa bi çekê hat.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Piştî kontrola tîman derket holê ku Cesûr jiyana xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê termê Cesûr piştî lêkolîna li cihê bûyerê ji bo otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yusuf Azîzoglu ya Farqînê.

Ji bo girtina êrişkar an jî êrişkarên ku reviyane xebat hat destpêkirin.