Serok Barzanî: Êzidî ji ber Kurdbûnê û ola xwe rastî êrişa DAIŞê hatin
Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî di salvegera Komkujiya Kurdên Êzidî de got, “Êzidî ji ber Kurdbûnê û ola xwe rastî êrişa DAIŞê hatin.”
Serok Mesûd Barzanî di salvegera 11an a Komkujiya Kurdên Êzidî de peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand:
“Ew tawana ku terorîstên DAIŞê li dijî xwişk û birayên me yên Êzidî kir, tawanek bû ku hemû sînorên nemerdî û hovîtiyê derbas kiribû.
Ji her kesî re eşkere ye ku Êzidî ji ber Kurdbûn û bîr û baweriyên xwe yên olî, rastî êrişa hovane ya tawankarên DAIŞê hatin û hatin jenosîdkirin.”
Serok Mesûd Barzanî her wiha anî ziman:
“Pêwîst e dewleta Îraqê qurbaniyên karesata Şingalê û hemû wan komkujiyên ku li hemberî gelê Kurdistanê hatine kirin qerebû bike.
Divê dawî li wan hizr û tevgerên şovenîst ên ku her carê bi hincetekê û bi hişmendiyeke nemirovane û înkarker êşê digihînin gelê Kurdistanê were.”
#GRAFÎK - Serok Mesûd Barzanî di salvegera 11an a Komkujiya Kurdên Êzidî de peyamek belav kir:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 3, 2025
☀️ ❝Divê dawî li hizrên şovenîst ên ku her carê bi hincetekê êşê digihînin gelê Kurdistanê were❞#Şingal pic.twitter.com/mePJ69g9dl
Salvegera 11an a Komkujiya Kurdên Êzidî
DAIŞê 11 sal berê wekî îro li Şingalê komkujiyeke mezin kir û hîn jî birînên Kurdan nekewiyane.
Îro di ser komkujiya Kurdên Êzidî re 11 sal derbas dibin ku li Şingalê bi destê DAIŞê zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin kuştin.
DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin.
Bi hezaran jin û zarok hatin dîl girtin û revandin û bi sed hezaran kes jî koçber bûn.
Her wiha ji ber şer, ji sedî 80yê bajar û gundên Şingalê wêran bûn.
Bi hezaran Kurdên Êzidî yên ku hewl dida canê xwe ji wê rêxistina hov xilas bikin, xwe spart Çiyayê Şingalê, Başûr û Rojavayê Kurdistanê.
Niha jî bi hezaran Kurdên Êzidî li kampan dijîn.
DAIŞê li ber çavên hemû cîhanê Kurdên Êzidî qir kirin.
Kesên ku hatin revandin rastî miameleya “xenîmetên şer”, şkenceya sîstematîk û tundiya cinsî hatin.
Ev kirinên DAIŞê wekî tawaneke mezin a mirovahiyê hatin tomarkirin.
Piştî êrişa DAIŞê, heta niha li Şingalê û derdora wê bi dehan gorên bikom û çend gorên takekesî yên Kurdên Êzidî hatine dîtin.
Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan, ji ber êrişa DAIŞê, zêdetirî 325 hezar Kurdên Êzidî ji Şingalê û derdora wê koçberî Herêma Kurdistanê bûn û piraniya wan li Dihokê bi cih bûn, zêdetirî 100 hezar Kurdên Êzidî jî penaber bûn.
Heta niha 13 welatan û çend rêxistinên navneteweyî Komkujiya DAIŞê bi awayekî fermî nas kiriye.