Li Cezaayê 10 şervanên jin jiyana xwe ji dest dan
Hewlêr (Rûdaw)- Li Cezaa ya ku di navbera sînorê Rojava û Iraqe de ye, di şerê hemberî Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) de 10 şervan jinên jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Medya ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku di êrîşên DAIŞê yên 19 Tebaxê de heta niha ji komek şervan jinên bêagahibûn û da zanîn wan jinan jiyana xwe ji dest danê.
Li gor daxuyaniyê navên şervanên jiyana ji dest dane wiha ye: “Jin Xerbîsan, Baharîn Çiya, Derya Botan, Rûheyv Cûdî, Raperîn Tolhildan, Sozdar Reco, Amara Dersîm, Mizgîn Mahîr, Neval Şeran ve Nûda Cindires .
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku şeva 2ê Îlonê hêzên YPGê li hember 4 xalên cuda yên çekdarên DAIŞê li gundê Ehmediyê ya ku 35 km dikeve rojhilatê Kobanê êrîş kirine. Herwiha di pevçûna de 13 militanên DAIŞê hatine kuştin û 2 şervanên kurd jî jiyana xwe ji dest dane.
Şervanênh YPGê yên ku jiyana xwe ji dest dane Çiya Kobanê û Bahoz Çiya ye.
Li gor daxuyaniya YPGê, di heman şevê de çekdarên DAIŞê xwestine êrîş li gundê Talikê yê Kobanê bikin. Êrîşa DAIŞê hatiye şikandin û 7 DAIŞî hatine kuştin.