Hewlêr (Rûdaw) – Tê gotin ew zarokê ku di nav ava deryaya Spî de xeniqîbûn û cenazeyê wî ketibû qiraxê bajarê Bodrumê yê Tirkiyê, kurd e û ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye.
Li gorî agahiyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, di sibeha roja 2 Îlonê de, komek ji koçberên Rojavayê Kurdistanê ku piraniya wan xelkê Kobanî bûne, bi qaçaxî ji Tirkiyê berê xwe dabûn Girava Kos ya Yonanî lê belema wan di derdyayê de qulibî bû, di encamê de 12 kes di deryayê de xeniqî bûn, ku di nava wan de jinek û 5 zarok hebûne,15 kes jî hatibûn rizgarkirin.
Tê gotin ku malbata Alan jî wekî tevahiya xelkê Kobanî, ji ber êrişa rêxistina DAIŞê di sala borî de, koçberî Bakurê Kurdistanê bibû û ji bo jiyaneke xweştir û siberojeke bedewtir, biryar dabû tevlî karwanê koçberiya ber bi Ewropayê ve bibe, lê pêlên deryayê rê nedan Alan û malbata wî bigihên Ewropa û jiyaneke xweştir û aramtir bijîn.
Dengvedana mirina Alanê, ne tenê li ser torên civakî lê di medya cîhanî de jî pir deng vedaye û di navdartirîn rojname û dezgehên ragihandina cîhanî de jî Alan bûye manşêt û nûçeya herî pêş.
Rojnameya Îndepêndênt di manşêta xwe de gotiye: “Ger ku wêneya vî zaorkê xeniqî nikaribe biryara Yekîtiya Ewropa biguhere, ma wê çi bikaribe wê biryarê biguhere…”
Birayê wî û diya wî jî di nav avê de xeniqîne!
Derket holê ku jibilî wî zarokê kurd yê bi navê Alan, birayekî wî yê bi navê Xalib û diya wan jî di avê de xeniqîne. Bavê Alon û Xalib dibêje, bila min jî li kêleka wan veşêrin.
Duh cenazeyên 12 koçberên ku piraniya wan ji Rojavayê Kurdistanê bûn, ji nav ava deryaya Spî li qiraxa bajarê Bodrumê yê Tirkiyê hatin derxistin.
Lê wêneya zarokî ku di nav deryayê de xeniqîbû, bû rojeva tevahiya cîhanê. Ew zarok, kurd e û navê wî jî Alan bûye.
Navê bavê Alan, Ebdullah e. Wî ji rojnameyeke Kanadayê re gotiye, kurekî min yê din bi navê Xalib (5 salî) û diya wan jî di nav avê de xeniqîn. Arzûya min ew e min jî li Kobanî li kêleka zarokên min û hevjîna min veşêrin.
Meta Alan û Xalib a bi navê Tîma Kurdî jî li ser bûyerê axifiye û gotiye, min sibê zû ew xeber bihîst. Jinbira min telefona min kir û got, Ebdullah gotiye hevjîna wî û du zarokên wî di nav avê de mirine.
Tîma dibêje, 20 sal in ez li Kanadayê dijîm. Min dixwest wan bi rêkên qanûnî bînim Kanadayê lê nebû. Wan bi fermî daxwaza mafê penaberiyê ji Kanada kiribûn lê Kanada daxwaza wan qebûl nekiribû ji ber wê jî çûbûn Tirkiyê.
Ew neçar dimînin bi qaçaxî derbasî Kanada bibin çimkî ne NY navê wan tomar kiribû ne jî Tirkiyê vîzeya derketinê dida wan.
Meta AÎlan dibêje, di wê heyama ku li Tirkiyê bûn min ew xwedî dikirin ji ber ku li Tirkiyê rewşa koçber û penaberan pir xirab e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse