Newşîrwan Mistefa rêwî ye

Silêmanî (Rûdaw) – Biryare îro Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa ber bi Ewropayê birê bikeve.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê Newşîrwan Mistefa îro diçe Brîtanyayê û tê payîn ku demekê li wir bimîne.

 

Roja 1ê Îlonê di nava YNKê de ji aliyê herdu cîgirên sekreterê giştî “Navenda Biryardanê” hate ragihandin.

 

Roja din Newşîrwan Mistefa peyama xwe ji bo navendê şand.

 

Mistefa di dawiya Îlona 2015ê jî ji bo çareseriya pijîşkî çûbû Ewropayê û 7 mehan li Brîtanyayê mabû.

 

Tê gotin ku Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran ji bo kontrolên doxtoran serdana derveyî welat dike.