Efrîn di rewşeke dijwar de ye; Tenê 5 hezar Kurd li Bilbilê mane

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Bilbilê ya Efrînê guhertina demografiyê li dijî Kurdan, ku nîşteciyên resen ên herêmê ne, gihîştiye asteke metirsîdar û di hefteyekê de 800 malbatên Ereb hatine nîştecîkirin. Li gor zanyariyên herî dawî, hejmara Ereb û Tirkumenên li Bilbilê gihîştiye 21 hezar kesan û niha tenê nêzîkî 5 hezar Kurd li vê nahiyeya Efrînê mane.

Ev kuçberên ku ji navçeyên bakurê Hemayê û başûrê Idlibê ji ber şer direvin, tenê li navçeyên bakurê Idlibê namînin, belku hejmareke mezin ji wan ji aliyê grûpên çekdar ve li nav van gund û bajar û bajarokên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê têne bicihkirin.

Afrin Media Center ku rewşa herêma Efrînê û binpêkirinên lê tên encamdan dişopîne, hin zanyarî derbarê nîştecikirina ereban li herêmê de belav kiriye.

Li gor amarên vê navendê, di hefteya bihorî de 800 malbatên Ereb ku ji parêzgeha Idlibê derketine, li nahiyeya Bilbilê hatine nîştecihkirin.

Afrin Media Center diyar kiriye, ku rêjeya Ereb û Tirkmenên hawirde li nahiyeya Bilbilê gihîştiye nêzî 75% û rêjeya Kurdan jî ku nişteciyên resen ên herêmê ne, daketiye nêzî 25%.

Li bajarokê Cindirêsê mal û dibistan ji erebên ku ji navçeyên din ên Sûriyê hatine, tejî bûne, erebên ku nû hatine, konan li nav darên zeytûnan û hewşên malan  vedidin, weke ku di raporta Afrin Media Center de amaje pê hatiye kirin.

Afrin Media Center herwiha diyar kiriye, li Efrînê çekdar diavêjin ser malan daku bizanin çend kes di nav de dijîn, daku ereban li wan zêde bikin.

Tevahiya malên vala jî li bajarê Efrînê bi erebên hawirde tên tejîkirin.

Emîne Misto, çalakvan û rojnamevana Efrînî ku prosesa guhertina Demografî li Efrînê dişopîne, ji Rûdawê re got, ku niha guhertina demografîk li herêmê bûye rastiyek.

Li gor sazî û rêxistinên belgekirina binpêkirinên hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar, nahiyeya Bilbilê li Efrînê herî zêde rastî guhertina demografîk hatiye.

Li gundên sînorî yên heman nahiyeyê, bêhtir Tirkmen hatine bicihkirin. Li gor zanyariyên herî dawî, hejmara Ereb û Tirkumenên hawirdwe li nahiyeyê gihîştiye 21 hezar kesan, li hember jî tenê 5 hezar Kurd li nahiyeyê mane.