Li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê li esman ronahiyeke kesk hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê li esman ronahiyeke mezin a kesk hat dîtin.
Heta niha nayê zanîn ku ew ronahî ya çi bûye.
Li parêzgehên Riha, Amed, Xarpêt, Çewlîg, Erzirom, Dêrsim û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê doh derengî şevê ronahiyeke kesk li esman hat dîtin ku wek stêrkeke kesk birije.
Dîmenên wê ronahiya kesk li gelek cihan ji aliyê welatiyan ve bi telefon û kamerayan hate tomarkirin.
Ew dîmen li ser torên civakî jî hatine belavkirin lê nayê zanîn ka ew ronahî ya çi bûye.
Hinek kes pêşbînî dikin ku ew ketina kevirekî esmanî (meteor) be.
Esmanê çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi ronahiyeke kesk şewq da pic.twitter.com/bBe4WLlU2Q
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 3, 2023