Li Rihayê otobus wergeriya: 30 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, otobusa rêwiyan a ku ji Wanê ber bi Hatayê diçû wergeriya û di encamê de 30 kes birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, îro li ser rêya Riha û Sirûcê di otobanê de otobusa rêwiyan a ji parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ber bi parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê ve diçû ji rê derket û wergeriya.
Di encama qezayê de 30 kes birîndar bûn ku birîna 3 kesan xedar e.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, parastina sivîlan û hêzên ewlehiyê çûn cihê qezayê.
Birîndar ji aliyê tîmên parastina sivîlan ve ji otobusê hatin derxistin û tîmên tenduristiyê ew bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Rihayê.
Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.