KAMPA HOLÊ - Hewldana revê ya 56 kesan hat têkbirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiyên yên Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê ragihand ku wan hewldana revê ya 56 kesan ji Kampa Holê têk biriye.
Kampa Holê ku li başûrê bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê ye, bi deh hezaran kesên ji malbatên çekdarên DAIŞê, bi taybetî jin û zarokan, li xwe digire.
Kampa Holê: Bombeyeke demkî
Ev kamp ji ber bûyerên kuştin, serhildan û hewldanên revê yên dubare, wekî "bombeyeke demkî" tê binavkirin û ji bo ewlehiya herêmê metirsiyeke mezin e.
Di kamyonekê de hatin girtin
Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlehiyên yên Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê , roja sêşemê 56 kesên ji malbatên DAIŞê hewl da ku bi kamyonekê ji kampê birevin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Bi saya hişyariya domdar û hewldanên hêzên me yên ewlehiya kampê ku 24 saetan çavdêriyê dikin, tevgereke gumanbar hat tespîtkirin.”
Hêzên ewlehiyê piştî tespîtkirina rewşê dest bi operasyonê kir û dema kamyon dixwest ji deriyê sereke derbas bibe, ew rawestandin û hemû kesên tê de girtin.
Dest bi lêpirsîn hat kirin
Hat ragihandin ku kesên hatine girtin ji bo lêpirsîneke berfireh û eşkerekirina hûrgiliyên operasyona têkçûyî, sewqî beşên pêwendîdar hatine kirin.
Hêzên ewlehiyê tekez kir ku ew di çarçoveya hewldanên xwe yên ji bo parastina ewlehî û îstiqrara kampê û herêmê de, xebatên xwe didomînin.