Babekir Zêbarî: Du rê li pêşiya DAIŞê mane

Hewlêr (Rûdaw) – Serokerkanê berê yê Artêşa Iraqê Babekir Zêbarî ragihand ku dibe DAIŞ li Mûsilê şerekî bixwîn bike lê dibe bêxwîn jî ji bajêr derbikeve.

 

Amadekariyên operasyona kontrolkirina Mûsilê berdewam dikin. Hewlêr û Bexda û Hevpeymaniya navdewletî amadekariyên dawiyê dikin.

 

Derbarê mijarê de serokerkanê berê yê Artêşa Iraqê Babekir Zêbarî ji Rûdawê re got:

 

“Du rê li pêşiya DAIŞê hene. Yan dê bê şer kontrola bajêr radest bikin. An jî dê şerekî pir bi xwîn bikin.”

 

Zêbarî balkêşa ser axaftinên gotarbêjê DAIŞê û daxuyakirin, “Par gotarbêjê DAIŞê li Mûsilê gotibû, me li Mûsilê xîlafet ragihandiye. Eger em bê bajarê jidest bidin emê xîlafetê wenda bikin. Lewma divê ji bo Mûsilê şer bikin.”

 

Pisporê Leşkerî Îhsan Qeysûn jî ji Rûdawê re ragihand, “ DAIŞê ji bo Mûsilê 3 xetên parastinê danîne. Xeta yekemîn xendek in û bi petrolê hatine tijîkirin. Di dema operasyonê de dê bêne şewitandin da ku firoke bandorê li wan neke. Xeta duwem xendekên bazinî ne û ji bo parastinê ne. Xeta sêyem jî tunel in ku ji bo şer û bersivdana êrîşan hatine amadekirin.”

 

Ji 6 rêyên êrîşa ser Mûsilê, 5 rê di destê pêşmerge de ne.

 

- Eniya Keskê 40 kîlometre dûrê Mûsilê ye.

 

- Bendava Mûsilê 30 kîlometre dûr e.

 

- Eniya Newêran 20 kîlometre dûr e.

 

- Eniya Xaizr 20 kîlometre dûr e.

 

-  Eniya Guwêr 40 kîlometre dûr e.

 

- Ya dawîn jî eniya Geyara ye ku 80 kîlometre dûrê navenda Mûsilê ye.

 

Ji dora Mûsilê tenê rêyek di destê DAIŞê de maye da ku bikare li ser Beacê re xwe bigihîne bajarên Reqa û Dêrezora Sûriyê.