Nêçîrvan Barzanî: Rola Talebanî nayê jibîrkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê bi boneya koça dawî ya Celal Talebanî belav kir û tê de ragihand: ''Mam Celal roleke giring û ji bîr nekirî hebû di şoreşa Kurdistanê û têkoşîna demokrasiyê li Iraqê de û xwediyê navbangeke cîhanî bû.''

 

Îro sêşemî 3ê Cotmeha 2017ê Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Celal Talebanî li nexweşxaneyekê li Almanyayê koça dawî kir.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: ''Îro gelê Kurdistanê û Iraqê, azadîxwaz û têkoşrekî mezinê azadiya Kurdistanê û demokrasiya Iraqê ji dest da ku ew jî cenabê Mam Celal e. Bi vê boneyê ez pirse û serxweşiyên xw eû Hikûmeta Herêma Kurdistanê digihînim hemû gelê Kurdistanê, gelê Iraqê, Hêro Xan û kek Qubad Talebanî û kek Bavil Talebanî û hemû malbata cenabê Mam Celal Talebanî û polîtboru û serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê.''

 

Nêçîrvan Barzanî herwiha daye xuyakirin: ''Cenabê mam Celal roleke mezin di şoreşa Kurdistanê de hebû, her ji temeneke zû ya lawîtiya xwe de tevli tevgera rewşenbîrî û siyasî ya Kurdistanê bû, weke serkirdeyekî rola wî di xebata Partiya Demokrata Kurdistanê de hebûye û damezrênerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bû ku hevşan li gel Partiya Demokrata Kurdistanê roeke giring di sores, diristkirina Eniya Kurdistanî, Raperîn û parastina dezgehên demokratîk û rewa yên Kurdistanê de dît.''

 

Serokwezîr Barzanî behsa xebata Talebanî di têkoşîna li dijî dîltatoriyê û xebata hevbeş a wî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di avakirrina iraqa nû ya li ser bingehê demokrasiyê dike û dibêje:

 

''Rola Mam Celal di xebata li dijî dîktatoriyê û berqerarkirina demokrasiyê de li Iraqê, roleke giring û ji bîr nekirî ye, Xwedê jê razî Serok Mam Celal li gel Serok Barzanî û serkirdeyên din ên demokrasîxwaz, rola herî berçav hebûn, di karkirin û mikurbûna li ser avakirina Iraqê de û li ser bingeha sîstemeke demokrasî û medenî di Iraqê de û yeksaniya netewên Kurd û Ereb û parastîbûna mafên Tirkmen, Krîstiyan û hemû netew û şûnketiyên ol û mezheban de, bi cîbicîkirina bingeha lihevkirinê ku li gorî Destûra Iraqê weke xîmê biryardan û rêvebirinê hat danî.''

 

Nêçîrvan Barzanî amaje bi rola Celal Talebanî li Bexdayê û herwiha pêwendiyên navbera xwe û wî dike û wiha dibêje:

 

''Mam Celal weke Serokomarê Iraqê li Bexdayê di hewl û rikeberiyeke zehmet û berdewam de bû bo cîbicîkirin û parastina destûr. Ji ber pêgeha taybetî ya wî li cem hemû hêzên iraqî û ji ber jêhatîbûna wî bi xwe, heta rêjeyeke zêde rêgirî li binpêkirina bingeha lihevkirinê û piştguhxistina destûrê dikir, her ji ber wê jî em dibînin ku piştî nexweşketina Mam Celal û dûrketina wî ji posta Serokomariyê li Bexdayê, binpêkirina destûr û bingeha lihevkirinê li Iraqê gelek zêdetir bû. Encma wê jî ji kar kevtina proseya siyasiya Iraqê û karesat û malwêraniyeke zêde bû bo hemû Iraqê. Mam Celal bi vê şêweya karkirina xwe di serokatiya komar de, bibû xwediyê navbangeke cîhanî.

 


Pêwendiya min û Mam Celal, pêwendiyeke gelek baş û rêzgirtin û ji hev têgihîştina berdewam bû. Piraniya wan pirsgirêkên ku dihatin pêş û dibûne beşek ji gotûbêj û pêwendiyên berdewam ên navbera me, encama wan herdem çareserkirin bûye. Li gel min herdem xwedî mejiyekî vekirî bû ji bo çareserkirina arîşeyan.

 


Ji dest dana serkirde û siyaseyekî weke Mam Celal, zirareke mezin e bo Kurdistanê û Iraqê û deverê. Ez dubare serxweşiyê li hemû wan (kesan) dikim ku hez ji Mam Celal dikin û em hêvîdarin ku hemû alî li Iraqê hizir ji şêweyê karkirina Mam Celal di rêvebirina karûbaran de bi lihevkirinê bikin.

 


Bîranîna wî herdem bi xêr û cihê wî beheşt be.''