Berhem Salih: Jiyana Mam Celal tomara dîroka Kurdan e

03-10-2017
RÛDAW
Nîşan Berhem Salih Celal Talebanî Sersaxî Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Lîsteya Hevpeymaniya Demokratîk û Dadperwer Berhem Salih hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya Celal Talebanî anî ziman û ragihand: “Koça dawî ya Mam Celal xesareteke niştimanî ya netewî ya seranserî ye ku ti car cihê wî bi hêsanî nayê tijekirin.”

 

Berhem Salih di peyama xwe ya sersaxiyê de diyar kir, ku jiyana Mam Celal tomara dîroka hevçerx a Kurd û rojhilat e. Ji xwendekariyê ber bi genctirîn serkirdayetî, ji pêşmergetiyê  ber bi yekemîn serokomarê Kurd.

 

Salih aşkere kiriye: “Serok Mam Celal, tenê mamoste û rêber nebû, bavekî cîgir ê ramana siyasî û rêbaza çepkegula têkoşîna me bû. Ji bo min mamoste û mamê mîhreban bû, hevkar û rênîşanderê min bû, piştevanê min bû di çendîn rawestgehên jiyana siyasî û civakî de.”

 

Serokê Lîsteya Hevpeymaniya Demokratîk û Dadperwer gotiye: “Koça dawî ya Mam Celal, mamoste û rêber û mamê serwerê me, ziyaneke mezin a siyasî û civakî ya gelê Kurdistanê ye ku nayê qerebûkirin. Xesareteke niştimanî ya netewî ya seranserî ye ku ti car cihê wî bi hêsanî nayê tijekirin.

 

Li vir sersaxiya temamê gelê Kurdistanê û malbata mamê mezin û YNKê yên têkoşer û rêwiyên xebata demokrasiyê û dadperweriya civakî û azadîxwazinên Iraqê û herêmê û dinyayê dixwazim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst