Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn wefata Celal Talebanî weke "xemeke mezin ji bo hemûyan" bi nav dike û dibêje: “Mam Celal zilamekî nimûneyî û cîhanî bû. Serkirdeyekî serkevtî bû di hemû qadên xebat, şoreş, pêşmergetî û serokatiya welat de.”
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn bi boneya koça dawî ya Celal Talebanî peyama sersaxiyê belav kir.
Selahedîn Behaedîn aşkere kir, ku Mam Celal zilamekî nimûneyî û cîhanî bû û got: “Serkirdeyekî serkevtî bû di hemû qadên xebat, şoreş, pêşmergetî û serokatiya welat de. Her weke kesayetekî pir zanyarî, siyasetmedarekî zana, rojnamevan û nivîskarekî diyar bû.”
Behaedîn diyar kir: “Em sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî binemala Birêz Mam Celal, serkirdayetî û cemawera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û hemû xelkê Kurdistanê û gelên Iraqê û hemû azadîxwazên cîhanê dikin.”
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê herwiha gotiye: “Ji Xwedayê mîhreban ji bo wî lêxweşbûn û bihuşta fereh daxwaza dikim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse