Li Rojavayê Kurdistanê pirsgirêka xwendina bi Kurdî

Qamişlo (Rûdaw) - Derbarê xwendina bi Kurdî, nerînên cuda di nav xelkê Rojavayê Krudistanê de derketine, beşek piştevaniyê dike û beşekî din jî, daxwazê dike ku Şam itîrafê bi vê xwendinê bike.

 

Hevseroka Desteya Perwerdeyê li Cizîrê ragihand ku ew ji bo pêşeroja xwendevanan kar dikin û niha jî ji bo vê yekê, herdû zanîngehên Rojava û Kobanî û çend peymangeh hatine vekirin.

 

Di daxuyaniyeke taybet ji Rûdawê re, hevseroka Desteya Perwerdeyê li Cizîrê Semîre Hecî Elî got ku ew niha 2 hezar û 236 dibistanan birêve dibin, ku têde bi sed hezaran xwendevan xwendina xwe berdewam dikin.

 

Niha zarok bi zimanê xwe yê zikmakî li Rojavayê Kurdistanê dixwînin, ew jî li gor biryareke Rêveberiya Xweser ku êdî niha zarokên Kurd dikarin bi zimanê xwe li nav xwendingehan bixwînin.

 

Hevseroka Desteya Perwerdeyê li Cizîrê Semîra Hac Elî dibêje, wan amadekarî bo siberoja van xwendevanan jî kiriye, lewra herdû zanîngehên Rojava û Kobanî herwisa çend peymangeh hatine vekirin.


DI nav welatiyên Kurd xwe bi xwe de nerînên cuda derketine, beşek di wê baweriyê de ye ku ev biryar di cihê xwe de ye û divê her kes bikaribe bi zimanê xwe bixwîne, beşekî din jî di wê baweriyê de ye ku divê bi awayekî fermî ji aliyê Şamê itîraf bi ziman û xwendina Kurdî bê kirin.

 

Xortekî nûhatî ku niha bi zimanê xwe dixwîne dibêje divê berî her tiştî zarokên berpirsan berê xwe bidin xwendingehên bi zimanê Kurdî..

 

Rewşa siyasî û leşkerî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bandora xwe li tevahiya aliyên din dike, bi hezar xwendevan jî niha çavên wan li wê yekê ye, ku ew berdewam bin di proseya xwendinê de, daku bikaribin bawernameyekê bidest bixin, ku bi rêya wê bawernameyê jiyaneke baş ji xwe û malbata xwe re misoger bikin.