Dîwana Serokatî ya Herêma Kurdistanê: Rêgirî li pêş ti karmendan nehatiye kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Dîwana Serokayetî ya Herêma Kurdistanê red dike, ku rêgirî li pêş berdewamkirina karmendên ser bi aliyekî siyasî yê diyarkirî ve hatibe kirin.
Dîwana Serokayetî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de red dike, ku rêgirî li pêş berdewamkirina karmendên ser bi aliyekî siyasî yê diyarkirî ve hatibe kirin û ragihand, ku karê dîwanê bi şêweyekî asayî û wek hemû rojên din birêve çûye.
Roja 3yê Cotmeha 2018ê hinek saziyên ragihandinê nûçeyek belav kir, ku têde dihat gotin: “Îro li Dîwana Serokayetî ya Herêma Kurdistanê rêgirî li pêş çend karmendên ser bi YNKê ve hatiye kirin.” Lê Dîwana Serokatî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de wê nûçeyê red dike.
Dîwana serokatiyê di daxuyaniya xwe de da xuyakirin, ku ew nûçe bêbingeh û nerast e û got: “Karê Dîwanê bi şêweyekî asayî û wek hemû rojên din birêve çû û hîç pirsgirêkek an rêgirtinek li pêş karmend û xebatkaran rûnedaye û li ser vê yekê em wê nûçeyê red dikin. Em daxwaz dikin, ku dezgehên ragihandinê di nûçeyên xwe de hîn bi berpirsyarî tevbigerin û propagandaya siyasî û nerast belav nekin, ku ev yek ximzetê ti aliyekî nake.”