Amedspor dê kongreya awarte li dar bixe

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Birêvebiriya Amedsporê ragihand ku ew dê di 18ê Çiriya Pêşîn de kongreya awarte li dar bixin.

Tê payîn ku di kongreyê de serok û birêvebiriyeke nû ji bo tîmê were hilbijartin.

"Lijneya birêvebiriyê bi yekdengî biryar da"

Amedsporê ji ser hesabê xwe yê Xê eşkere kir ku Lijneya Birêveiriyê ya Amedsporê di civîna xwe îro de bi yekdengî biryar daye ku 18ê Çiriya Pêşîn kongreya awarte were lidarxistin.

Di civînê de her wiha hat destnîşankirin ku heke di 18ê Çiriya Pêşîn de hejmara pêwîst a delegeyan amade nebe, dê kongre bêyî ku li hejmarê binêre, kongre dê di 25ê Çiriya Pêşîn de li heman cih û saetê careke din were sazkirin.

Kongre dê li ÇandAmedê were lidarxistin. Ev biryara awarte di demekê de ye tîm di lîgê de encamên ku dihatin payîn bi dest nexistine û li ser birêvebiriyê nîqaşên germ hene.

Alîgirên tîmê li benda encamên kongreyê ne û hêvî dikin ku birêvebiriya nû Amedsporê ber bi serkeftinê ve bibe.

Li aliyê din, beriya bi 2 rojan Amedsporê erkê rahênerê xwe Mehmet Altiparmak jî bi dawî kir.

Di derbiya Bakur de Vansporê mazûbaniya Amedsporê kiribû û Vansporê bi 3 golan bi ser ketibû.