Li Mêrdînê kîloyek û 118 gram kokaîn hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê kîloyek û 118 gram kokaîn hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Bajêr, polîsan otomobîlek rawestandiye û li nava wê geriyane.

Di lêgerînê de kîloyek û 118 gram kokaîn hatiye girtin û 2 gumanbar hatine desteserkirin.

Gumanbar piştî kar û barên xwe yên li ewlehiyê sewqî edliyeyê hatine kirin û ji aliyê dadgeha nobedar ve hatine girtin.