DEM Partî: Divê girtiyên Doza Kobaniyê demildest bên berdan
Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê bi bîranîna biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daxwaz kir ku Hevserokên berê yên HDP Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û hemû siyasetmedarên di çarçoveya Doza Kobaniyê de girtî ne, demildest bên berdan.
Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên 17ê Îlona 2025an bi bîr xistin.
Di daxuyaniyê de hat bibîranîn ku girtîbûna Demîrtaş binpêkirina xalên 1 û 3 yên madeya 5an û madeya 18an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMM) ye û doza Fîgen Yuksekdag û girtiyên din ên Kobaniyê hat bibîranîn û wiha hat gotin:
"DMMEyê diyar kiribû ku rakirina parêzbendiyên wan û desteserkirin û girtina wan li dijî peymanê ye, xwestibû ku Tirkiye demildest Selahattîn Demîrtaş berde û ragihandibû ku dê şopandina vê dozê di serdemên sê mehan de were kirin."
“Divê siyasetmedar bên berdan”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Her çend di vê biryara Komîteya Wezîran de behsa biryarên Demîrtaş û Yuksekdagê hatibe kirin jî, di eslê xwe de hatiye destnîşankirin ku doza Lijneya Birêvebiriya Navendî ya HDPyê ku di raya giştî de wekî 'Doza Kobaniyê' tê zanîn bêbingeh e û di rastiyê de hatiye diyarkirin ku divê hemû siyasetmedarên di vê dozê de girtî ne bên berdan.
Bi rastî di beşa tedbîrên giştî yên biryarê de, di eslê xwe de tê xwestin ku li Tirkiyeyê tedbîrên ku dawî li girtina neheq bînin werin girtin.
Di çarçoveya Doza Kobaniyê de, ji bilî hevserokên me yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Alî Urkut, Nazmî Gur, Alp Altinors, Gunay Kubîlay, Aynur Aşan, Bulent Parmaksiz, Dîlek Yagli, Îsmaîl Şengul, Pervîn Oduncu, Zeynep Karaman û Zeynep Olbecî jî hîn girtî ne.
“Girtîbûna Demîrtaş ji ber sedemên siyasî didome”
22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryara girtîbûna hevalên me 16ê Gulana 2024an dabû, piştî ku zêdetirî salekê di ser vê biryarê re derbas bû, 25ê Hezîrana 2025an biryara xwe ya bi hincet eşkere kir û dosyeya dozê jî 24ê Îlona 2025an derbasî 22yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Enqereyê bû.
Dema ku ev darizandin didomiya, biryara DMMEyê ya 8ê Tîrmeha 2025an (Serlêdana Hejmar 13609/20) ya derbarê girtina neheq a Selahattîn Demîrtaş a di vê dozê de hat eşkerekirin.
Di vê biryarê de, bi taybetî hemû neheqiyên di darizandinê de bi eşkere hatin destnîşankirin û hat diyarkirin ku girtîbûna Demîrtaş ji ber sedemên siyasî didome.
“Divê xala 90î ya Destûra Bingehîn were bicîhkirin”
Di Doza Kobaniyê de, bi li berçavgirtina gelek biryarên DMMEyê yên heta niha derbarê Birêz Demîrtaş, Birêz Yuksekdag û hevalên me yên din de hatine dayîn û bi li berçavgirtina biryara dawî ya DMMEyê ya 8ê Tîrmeha 2025an, divê pêwîstiya biryara Komîteya Wezîran were cîbicîkirin û hevalên me bên berdan.
Bi li berçavgirtina girtina neheq a Birêz Demîrtaş û Yuksekdag a ji 4ê Mijdara 2016an ve, divê pêwîstiya biryarên DMMEyê li gorî xala 5an a madeya 90î ya Destûra Bingehîn were cîbicîkirin.
Divê hemû siyasetmedarên ku di çarçoveya dozê de girtî ne, demildest bên berdan. Ji bo ku baweriya bi edaletê zêdetir neheje û di serdemeke wiha de ku hêviyên aştiya civakî zêde bûne, ji bo xurtkirina baweriya bi aştiyê divê hevalên me demildest bên berdan."