Sedema rawestandina hinartina petrola Kurdistanê eşkere bû

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî belavbûna nûçeyên li ser rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê, Birêvebirê Kompanyaya Petrolê ya Bakur ragihand ku ew rêkareke asayî bûye û hinartin ji nû ve dest pê kiriye.

Birêvebirê Kompanyaya Petrolê ya Bakur Amir Xelîl îro Rûdawê re ragihand, "Rawestandina hinartina petrolê rêkareke asayî û teknîkî ye û ji bo çend demjimêran hat rawestandin, ji ber ku depoyên petrolê yên li Bendera Ceyhanê tije bûbûn."

Amir Xelîl got, "Doh keştiya yekem a petrola Herêma Kurdistanê hat firotin û di nava du rojên bê de jî dê keştiya duyem a petrolê li Ceyhanê were firotin."

Birêvebirê Kompanyaya Petrolê ya Bakur amaje pê kir ku niha depoyên petrolê hatine valakirin û hinartina petrolê careke din dest pê kiriye.

“Barê petrolê dê biçe Ewropayê”

Amir Xelîl li ser firotina petrola Herêma Kurdistanê ya li Bendera Ceyhanê got:

"Barê petrolê ya keştiya yekem û ya duyem jî dê ji bo bazarên Ewropayê be."

Wî her wiha got, "Keştiya doh 650 hezar bermîl hilgirtibû."