Li Amedê otomobîlek li ser rê şewitî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê otomobîla welatiyekî li ser rê bi temamî şewitî.

Îro li ser rêya sereke ya Amed- Mêrdînê, li navçeya Çinarê ya Amedê ji ber sedemek nediyar agir bi  otomobîla welatiyekî ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û ji bo vemirandina agir dest bi xebatan kir.

Di encama xebatên tîman  de agir hat vemirandin.

Welatiyekî şahidhalê bûyerê ku wê demê li ser rê bû dîmenên sotina otomobîlê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şandin.

Wî welatiyî ragihand ku şofêr ji otomobîle derketiye û bi silamet e lê di bûyerê otomobîla wî bi temamî şewitiye.