Li Dûbiz du Kurd hatin revandin ku yek ji wan Pêşmerge ye

03-11-2018
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Dubiz Revandin Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Teq Teq ê qezaya Dûbiz ser bi bajarê Kerkûkê, du Kurd ku yek ji wan Pêşmerge ye ji aliyê çend çekdarên bi cilên leşkerî ve hatin revandin û vê sibê jî termê yekî ji wan hat dîtin.

 

Serokê Encûmena Qezaya Dûbiz Casim Ebdûlrehman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şeva borî (02.11.2018) li gundê Teq Teq ê qezaya Dûbiz ser bi parêzgeha Kerkûkê, du Kurd ku yek ji wan Pêşmerge ye bi cilên serbazî hatine revandin û got: "Wan çekdaran bi cilên leşkerî bi ser gund de girtine û piştî lêpirsîna ligel çend kesan, du kesan Fehmî Salih ku cotyar e û Sercan Mihemed ku ew jî Pêşmerge ye bi otomobîleke gund bo cihekî nediyar direvînin."

 

Casim Ebdûlrehman qala wê yekê jî kir ku piştî hêzên ewlekariyê yên hikûmeta Iraqê derbarê bûyerê de hatine agahdarkirin, hêzên ewlekariyê xwestine ber bi wî gundî biçin lê li ser rêya wan bombe hatibû vedan û teqiya ye, ji ber vê yekê jî nikarîne biçin gund û got: "Vê sibê li nêzîkê gundê Kone Rêwî termê Fehmî Salih hatiye dîtin."

 

Demek dibe li ser milk û zeviyên çandiniyê di navbera cotyarên Kurd û Erebên sînorê beşek ji gundên parêzgeha Kerkûkê de pirsgirêk derketiye, heta niha jî parêzgarê Kerkûkê çareseriyek ji vê pirsgirêkê re nedîtiye û cotyarên Kurd ên wî sînorî, Parêzgarê Kerkûkê yê bi Wekalet bi wê yekê tohmetbar dikin ku pirsgirêkan di navbera wan û cotyarên Ereb de derdixe. Li aliyê din jî, li gor berpirsên navçeyê, demek dibe tevgera çekdarên DAIŞê li wî sînorî zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst