HSD: Tirkiye ji teqînên li Girê Spî û Serê Kaniyê berpirsyar e
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi fermî teqînên Girê Spî û Serê Kaniyê dixe stuyê Tirkiyê. Duh teqînek mezin li Girê Spî çê bûbû û di encamê de herî kêm 13 kes hatibûn kuştin.
Berdevkê HSDê Kîno Gabriyel di daxuyaniyeke nivîskî de, êrîşên xwekujî û êrîşên bi otomobîlên bombekirî bi taybet ku welatiyên sivîl dikin armanc, bi tundî şermezar dike û dibêje, em artêşa dagîrker a Tirkiyê berpirsyarê wan êrîşan dibînin.
Kîno Gabriyel ragihandiye, mebesta Tirkiyê ew e ku bi encamdana êrîşên li dijî welatiyên sivîl, tirsê têxe nav dilê xelkê deverê û dixwaze xelkê neçar bike ku ji gund û bajarên xwe derkevin.
Berdevkê HSDê herwiha dibêje ku “Tirkiye dixwaze guherîna demografîk li herêmê bike û xelkên din ên malbatên terorîstên ji Uygur û Tikistanê û kesên din ên biyanî li cihê xelk û pêkhateyên navçeyê niştecîh bike.”
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, daye xuyakirin ku “navçeyên Girê Spî û Serê Kaniyê her ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê bo ser wan navçeyan, ketine ber êrîşên otomobîlên bombekirî” û destnîşan kir, rewşa li wan herdu navçeyan li rewşa mavçeyên din ên Sûriyê cudatir nîne, ku “di bin dagîrkeriya artêşa Tirkiyê û çeteyên ser bi wî welatî ve ne.”
Doh Şemiyê li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku ji roja 12ê Cotmehê ve ketiye bin kontrola hêzên Tirkiyê, teqînek çêbû û di encam de zêdeyî 13 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.
Her çend heta niha ti aliyekê bi fermî berpirsyariya teqînê li xwe negirtiye, lê piştî teqînê, Tirkiyê YPG û HSD bi encamana wê teqîn tohmetbar kir, lê belê Berpirsê Ofîsa Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ew tohmet red kir û got: “Ev taktîkê valakirina bajêr e” û Tirkiye wek berpirsyarê encamdana teqînê bi nav kir.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê hêzên Kurdî wek berpirsyarê teqîna li Girê Spî nîşan da. Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî li ser hesabên xwe yên Twîtterê, berpirsyarê vê teqînê xistin stuyê YPGê.
Lê Berpirsê Ofîsa Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî li ser hesabê xwe yê Twîtterê ew tohmet red kirin û bibîr xist ku êrîşên wiha berê li Efrînê jî hatine kirin û Tirkiye tohmetbar kir.
Balî got: “Ev taktîkek e daku Tirkiye deverê bi tevahî vala bike, penaberên Sûriyeyî lê bicîh bike û rewatiyekê bide vî karê xwe.”
Mistefa Balî dibêje, Tirkiye û hêzên di bin kontrola wê de, bi teqînên ku sivîlan dikin armanc tevlîheviyê li Girê Spî çêdikin û nivîsiye: “Tirkiye dixwaze xwediyên resen ên deverê derbider bike û penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyê li wir bicîh bike. Tirkiye ji jiyana sivîlên li herêmên di bin kontrola wê de berpirsyar e. Ev taktîkek e ku Tirkiyê li Efrînê jî bikar anî daku nifûsa Kurdî ya bajêr ji holê rake. Divê sivîl vê yekê bizanin.”