Vegerandina biyaniyên DAIŞî ji kampên Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dibêje ew dê Kampa Holê vala bikin û di vê çarçoveyê de bang her welatekê kir ku welatiyên wan li Kampa Holê hebin vegerînin.

Weke tê zanîn Kampa Holê dikeve başûrê rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê de ye û zêdetirî 70 hezar koçber tê de dimînin, ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne. Nêzîkî 30 hezar ji wan Iraqî ne.

Piştî bidawîbûna DAIŞê di warê çekdarî de ji aliyê HSDê bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di bihara 2019ê de û bi taybetî li bajarokê Baxozê yê rojhilatê Dêrezorê, çekdarên DAIŞê û malbatên wan ên li wê navçeyê ji aliyê HSDê ve wek dîl hatibûn girtin û ji bo kampên Hol û Roj û çend zindanên taybet hatin bicîhkirin.

Piştre Rêveberiya Xweser û HSDê daxwaz ji welatên cîhanê kirin welatiyên xwe ji wan kampan vegerînin.

Di navbera salên 2020-2022ê de, gelek welatan hejmarek welatiyên xwe ji dest Rêveberiya Xweser wergirtin, ku bi vî awayî bû; Heta niha Almanya 102 welatiyên xwe ji kampên Rojavayê Kurdistanê birine.  Fransa 141 welatiyên xwe birine, herî dawî meha borî 15 jin û 40 zarok vegerandibû. Amerîkayê jî 26 welatî.

Kazaxistanê jî 700 welatiyên xwe vegerandine.

Rûsyayê 200 welatî, herî dawî 20 mehan borî 38 zarok bi rêya balefirgeha Qamişlo birin Şamê û ji wir vegerandin Rûsyayê. Brîtanya 3 welatiyên xwe vegerandine.

Danîmarkayê 22 welatî, Başûrê Afrîqayê 16 welatî, Awustraliyayê 81 welatî, herî dawî meha borî 4 jin û 13 zarok vegerandibûn welatê wan.

Holanda 41 welatî û Kanadayê jî heta niha 4 welatî ji kampên Hol û Roj vegerandine, ev kesên ku hatine vegerandin jî hemû zarok û jin in.

Nêzikî ji sedî 50 ji nişteciyên vê kampê hevwelatiyên Iraqî bûne. Iraqê dest bi prosesa vegerandina wan kiriye û heta niha me 7 karwan anîne, watê bêhtirî 3600 kes hatine vegerandin.

Li gor amaran, heta niha nêzî 10. 000 hevwelatiyên welatên cîhanê di nav kampê de hene. Eger prosesa vegerandina wan bi vê rîtma xav be, heta 10 salan, prosesa vegerandina wan bi serî nabe.