Li Rihayê qeza: 2 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek û motosîkletek li hev qelibîn 2 kes mirin.
Qeza îro qewimî û li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku şofêrê motosîkletê û kesekî din ê 24 salî yê pê re bi giranî birîndar bûne û ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.
Lê li gel hemû hewldanên bijîşkan, her du birîndar jî li nexweşxaneyê mirine.
Hat zanîn ku şofêrê otomobîlê jî hatiye desteserkirin.