Li Rihayê teqîn: 4 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê tup teqiya û di encmê de 4 kes birîndar bûn.

Li Rihayê li qata zemînê ya avahiyeke sê qatî ji ber sedemeke nediyar tupeke biçûk a gazê teqiya.

Di teqînê de dîwarê derve yê avahiyê yê ku li kolanê dinêre hilweşiya, kel û pelên malê li derve belav bûn û li malê zerereke mezin a madî çêbû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê 4 kesên ku di teqînê de birîndar bûbûn veguhastin nexweşxaneyên li bajêr.